JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Îro 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Ev roj di 17’ê Mijdara 1999’an de ji aliyê UNESCO’yê ve hat pejirandin û her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin.
Bê guman pîrozkirina vê rojê gelekî bi wate û girîng e, lê pîrozkirin bi tena serê xwe têrê nake. Zimanên ku di bin xetereya tûnebûnê de ne divê bên parastin û jiyandin. Li gor xebat û agahdariyên UNESCO’yê li ser rûyê cihanê ji 6000’an zêdetir ziman hene. Ji van 2500 ziman bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Di pergala dinyaya îro de gelek ziman li ber têkçûnê ne. Eger tedbîrên pêwîst neyên girtin, piraniya wan zimanan heta dawiya vê sedsalê dê tune bin.
Zimanê Kurdî zimanê neteweyekî ye ku nêzî 50 milyonî ye. Di gel vê yekê jî zimanê Kurdî ji derfetên bingehîn ên bikaranînê bêpar hatiye hiştin û Kurd ji mafên xwe yên zimanî bêpar mane. Dîsa jî ji ber ku xwedî bingehek xurt û dewlemend e Kurdî her xwe li ser linga digire û bi derfetên qels jî be xwe bi pêş dixîne.
Banga me li hemû saziyên civakî û takekesan e ku li dijî astengkirinên zimanê dayîkê derkevin û piştgiriyê bidin hewldanên perwerdeya bi zimanê dayîkê. Em hemû xebatên ji bo pêşxistina zimanan wek karên pîroz dibînin. Em bang li rayedaran dikin ku dev ji astengkirina zimanê Kurdî berdin.
Ziman hîmê bingehîn ê çandê ye, çand jî hîmê bingehîn a hişmendiya neteweyî ye. Ziman tune bibe, çand jî tune dibe. Zimanê Kurdî mîrasa herî biqîmet e ku em ji zarokê xwe re bihêlin.
Bi vê bîr û baweriyê em wek nûnerên saziyên li jêr 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên bindest û li gelê Kurd pîroz dikin.