Anasayfa Basın Açıklamaları JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

9 Dakika Önce

Îro 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye.


90 sal beriya niha 15ê Gulana 1932an, bi pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê kurd, Mir Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên latînî dest bi weşanê kir. 
Di hejmara yekemîn a Kovara Hawarê de ev sernivîs hatibû nivîsîn.


“Hawar dengê zanînê ye.
 Zanîn xwe nasîn e.
 Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. 
Her kesên ku xwe nas dikin, dikarin xwe bidin naskirin.
 Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me  bide naskirin.
 Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. 
Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin” 
Ev banga hejmara yekemîn a Kovara Hawarê, di heman demê de hawar û gaziya avakirina bingeha Zimanê Kurdî bû.
Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî were jiyîn û mayînde bibe, gelê kurd di sala 2006an de 15ê Gulanê wekî roja “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir û her sal vê cejnê bi rihekî netewî pîroz dike.

Êm ê îsal jî vê cejnê bi heman rih, helwest, coş û  kelecanê pîroz bikin.

Em dizanin! pirsgirêka ku 99 sal in weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û pekûtiyên ku li ser çand, ziman û nasnameya kurdî tên meşandin in.

Dîsa tê zanîn ku înkara çand, ziman û nasnameya kurdî, ji avabûna komara Tirkiyêyê heta ve demê bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê kurd û ev siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên metewî  ên gelê kurd, bûye sedema şerê ku bi dehan salan in didome.  

Ji bo welatekî demokratîk û aram, pewiste zagonên bingehîn ên ku li  pêşiya azadiya zimanê kurdî astengin werin sererastkirin, zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermi.

Di peymana Mafê Mirovan a Gerdûnî de, di  xala 26an benda 3emîn de hatiye diyarkirin ku “biryara hilbijartin û şêwaza perwerda zarokan, mafê hemû dayik û bavban ê bingehin e.”
Herwiha mafê dayik û bavên kurd jî heye ku şêwaza perwerda zarokên xwe hilbijêrin û diyar bikin.

Di sedsala 21êmîn de, hîn jî li ser bi milyonan zarokên kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin, zimanê tirkî û tirkîtî li ser zarokên kurd tê ferzkirin, bi milyonan zarokên kurd ji çand û zimanê xwe qut bûne , bi zimanê tirkî tên perwerdekirin.

Li gorî peyman û pîvanên navneteweyî, ev pêkanînên bişaftinê sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Bı vî awayî dewleta tirkiyeyê bi awayekî vekirî peymanên navneteweyî yên di derbarê mafê “Perwerdehiya Bi Zimanê Dayîkê” de binpê dike û ev 99 sal in, li hemberî gelê kurd, di kesayetiya gelê kurd de sûcê li dijî mirovahiyê dike, 20 salên dawî jî ev sûc bi destê hukumeta AKPê  tê  kirin, niha jî heman sûc bi hevkariya AKP-MHP’ê pêk tê.
Li tirkiyeyê ji 70 hezar zêdetir dibistan, ji milyonekê zêdetir mamosteyên ku bi zimanê tirkî perwerdehîyê didin hene, yek dibisteneke ku ji bo perwerdehiya zimanê kurdî hatiye avakirin û bi kurdî perwerdehî têde tê dayin tuneye.

Ziman, stûna bingehîn a neteweyan e. Ziman mirovan dike mirov, neteweyan dike xwedî nasname.
Perwerdehiya bi zimanê dayikê jî xurtkirin û mayîndekirina ve stûnê ye.

Ji ber vê jî, gelê kurd, bi lîstikên AKP-MHPê yên xapînok ên weke; “bila kurd bi qursan, bi dersên hilbijarî û dibistanên taybet zimanê xwe fêr bibe qebûl nake”.


Gelê kurd, dê jiyaneke bêyî çand, ziman û nasname,  ku hêmanên statuya siyasî ya gelê kurd in, tu car nepejirîne.
Çawa ku zarokên tirk li vî welatî bi awayekî azad ji hemû maf û azadiyan sûd werdigirin, pêwiste zarokên kurd û hemû zarokên gelê din ên ku li vî welatî dijîn jî, bi awayekî wekhev, di serî de Mafê Perwerdehiya Bi Zimanê Dayîkê, ji hemû maf û azadiyan sûd werbigirin.
Heta ku ev daxwazên gelê kurd pêk werin, dê gelê kurd vê têkoşîna xwe ya mafdar û rewa bi biryar bidomîne.
Bi van hest û ramanan, em bang li tevahiya gelê xwe dikin, bi ruhê neteweyî li çand, ziman û nasnameya xwe xwedî derkeve, 
li malê, li sûkê, li bazarê, li kuçê û kolanê, li dibistanê, li nexweşxaneyê, li dadgehê û li hemû qadên jiyanê,

Bi Kurdî biaxivin!
Bi Kurdî bixwînin!
Bi Kurdî binivîsin!
Bi Kurdî bijîn.
 
*Zimanê me rûmeta me yê.
*Zimanê me nasnameya me ye.
*Zimanê me Hhbûna me ye.
*Bê ziman jiyan nabe!

15Ê GULANÊ CEJNA  ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE…

Diğer Yazılar
 İHD VAN
 Basın Açıklamaları

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir